TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nûnerê Serokatiya Sûriyê û Mazlûm Ebdî li Hesekê civiyan

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 16:44
Nûnerê taybet ê Serokatiya Sûriyê General Ziyad El-Ayîş, îro Şemiyê 4ê Nîsana 2026an li bajarê Hesekê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civînek encam da. Mijara sereke ya civînê yekbûna HSDê di nava saziyên dewletê de bû.

RûpelNews - Di vê hevdîtinê de, ku bi amadebûna rêvebirê Karûbarên Siyasî yê Parêzgariya Hesekê Abbas Husên pêk hat, li ser mekanîzma tevlîbûna HSDê di nava saziyên dewletê de guftûgoyên kûr hatin kirin. Her wiha, aliyan li ser plana radestkirina girtîgehên di bin kontrola HSDê de ji bo rêveberiya dewletê li hev kirin.

Azadkirina girtiyan û vegera koçberan

Li gorî zanyariyan, di civînê de biryar hat girtin ku komeke nû ya girtiyan were azadkirin. Di heman demê de, li ser hêsankirina vegera koçberan bo gundên wan ên li rojavayê Girê Spî (Reqa), Efrîn û parêzgaya Hesekê axivîn.

Ev hevdîtin wekî pêngaveke girîng ji bo çareserkirina dozên rawestiyayî û xurtkirina aramiya li herêmê tê nirxandin, ku di çarçoveya rêkeftinên dawî yên di navbera Şam û fermandariya HSDê de tê meşandin.

Parve bike: