Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan
RûpelNews - Hat ragihandin ku di hevdîtinê de geşedanên li herêmê û rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine gotûbêjkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku her du aliyan li ser pêvajoyên ewlehî û siyasî nêrînên xwe anîne zimên.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di vê civînê de rewşa Sûriyeyê, Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî her wiha “pêşhatên li herêmê, girîngiya parastina
aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê” nirxandin.
Spasiya Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî ji bo piştgiriya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo mafên Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê spasiya xwe diyar kir.
Hewlên ji bo çareseriyê
Wan di civînê de bal kişand ser pêdiviya diyalog û têgihiştina navbera aliyên Kurd ên li Sûriyeyê da ku pirsgirêkên bi Şamê re bên çareserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, “çend mijarên din ên girîng ên her du aliyan” jî bûn mijara civînê.