TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Mazlum Abdî ji bo serdana Enqereyê got: Pêkan e

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 gulan 2026 13:24
Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê Mazlum Abdi, li ser pirsa "Gelo em ê di nêzîk de Mazlum Abdi li Enqerê bibînin?" wiha bersiv da: "Çima nebe?"

RûpelNews - Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê Mazlum Abdi, li ser kanala Erebiya ya Siûdî  derbarê têkiliyên bi rejîma Şamê re, rexneyên li ser rêveberiya herêmî, û îhtimala danûstandinên bi Enqerê re axivî.

Abdî diyar kir ku Serok Ahmed Şera rasterast maqamek payebilind pêşkêşî wî nekiriye. Lêbelê, wî da zanîn ku pêşniyazeke rasterast nebe jî bi rêyên din bi navbeynkariya hinekan ev pêşniyaz hat kirin.  

Li ser egera serdana Enqereyê jî ji Mazlum Abdî hat pirsîn. Li ser pirsa, "Gelo em ê di demek nêz de Mazlum Abdi li Enqerê bibînin?", Abdi bersiv da, "Çima nebe?"

Vê bersivê careke din îhtîmala têkiliya nerasterast an jî rasterast a di navbera Tirkiye û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê nîşan da.
 

 

Parve bike: