TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Mezlûm Ebdî: Ji bo serdana Enqereyê hevdîtin dikin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 14 gulan 2026 11:05
Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand ku ji bo serdana Enqereyê bikin ligel Tirkiyeyê hevdîtinan dikin. Ebdî da zanîn pêkan e ku bi rêberê PKK Abdullah Ocalan re jî hevdîtinekê bê kirin.

RûpelNews - Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Abdî der barê rûdanên dawî yên siyasî û leşkerî de ji Al-Monitor re axivî.

"Ji bo serdana Enqereyê hevdîtin dikin"

Mazlûm Ebdî tekez kir ku serdana wî ya bo Tirkiyeyê "di qonaxa amadekirinê de ye" û nîşan da ku di dema pêş de dibe ku hevdîtineke bi Abdullah Ocalan re li girtîgeha wî li Tirkiyeyê pêk were. Ebdî da zanîn piştî bidawîbûna proseya entegrasyonê HSD dê bê fesihkirin.
Nexşerêya yekxistina bi Şamê re
Derbarê peywendiyên bi hikûmeta Sûriyeyê re, General Ebdî diyar kir ku pêvajoya yekxistina saziyên serbazî û sivîl li gorî planeke darijandî bi Serok Ehmed Şera re berdewam dike:
Serbazî: Avakirina 4 lîwayên serbazî ji şervanên HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de bi fermandariya wan a niha. HSD dê heta temambûna yekxistina giştgîr wekî xwe bimîne.
Ewlehî: Yekxistina 15 hezar endamên "Asayîşê" di nav saziyên dewletê de û mana wan li herêmên wan ên resen.
Îdarî: Yekxistina 50 hezar karmendên Rêveberiya Xweser di wezaretên Sûriyeyê de bi garantîkirina berdەvamiya kar û mûçeyên wan ji Şamê.
Xwecihî: Mana rêveberiyên xwecihî li herêmên Kurdî di destê şêniyên wan de û pejirandina prensîba lihevkirinê li bajarên wekî Hesekê û Efrînê.
Dosyayên perwerde û aboriyê
Ebdî eşkere kir ku bi Şamê re gihîştine rêkeftineke dawî ji bo naskirina bawernameyên xwendekaran (ên niha û yên berê) yên Rêveberiya Xweser. Di warê aborî de jî diyar kir ku zeviyên petrolê ser bi serweriya dewleta Sûriyê ne û danûstandinên teknîkî li ser parvekirina berheman ji bo dabînkirina xizmetguzariyên herêmî berdewam in.
Helwesta li beramberî Washington û Trump
Ebdî bersiva daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump da û tekez kir ku agahiyên şaş dane Trump. Wî bi tundî pênaseya "kirêgirtî" (mercenaries) ji bo hêzên xwe red kir û diyar kir ku piştgiriya Amerîkayê tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê bû. Wî piştrast kir ku peywendiyên wan bi nûnerê Amerîkî Tom Barrack re ji bo şopandina rêkeftinan berdewam in.
Pêngavên avakirina baweriyê
Di dosyaya girtiyan de, Ebdî ragihand ku hikûmeta Sûriyê nêzîkî 900 kes azad kirine, û di beramber de HSDê jî zêdetirî 500 kes berdane. Ebdî di dawiya hevpeyvînê de tekez kir ku wî postên bilind ên hikûmetê yên ku ji aliyê Şamê ve hatine pêşniyarkirin red kirine, ji ber ku ew niha giringiyê dide serkeftina pêvajoya yekxistina dîrokî û parastina yekrêziya Kurdan û aramiya Sûriyê.

Parve bike: