Kurdistan
Mezlûm Ebdî gihîşt Îtalya; dê serdana Fransayê jî bike
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li di çarçoveya serdanekê de gihîşt Îtalyayê.
RûpelNews - Li gorî agahiyên Ronahî TVyê, welatê yekem ku Mezlûm Ebdî serdana wê kiriye Îtalya ye û dê piştre berê xwe bide Fransayê.
Tê pêşbînîkirin ku Ebdî li Fransayê bi rayedarên hikûmetê re hevdîtinan pêk bîne.
Di hevdîtinan de dê rewşa Sûriyê bi giştî û ya kurdan bi taybet were gotûbêjkirin.
Mezlûm Ebdî duhî li Hewlêra paytext li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Amerîka yê Karûbarên Sûriye û Iraqê Tom Barrack civiyabû û ji wir derbasî Ewropayê bû.