TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Mardinspor û Muşspor îro tên hemberî hev

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 09 gulan 2026 10:49
Muşspor û Mardinspor ku gihîştine fînala play-off a Lîga Duyem a Tirkiyeyê, dê îro li Diyarbekirê wê werin hemberî hev. Tîma bi ser keve dê derbasî Lîga Yekem bibe. 

RûpelNews - Pêşbirka Muşspor û Mardinspor ku gihîştine fînala play-offê, dê îro saet di 17:00an de li Diyarbekirê bibe.

Her du tîman amadekariyên xwe yên dawî temam kirine. Bi hezaran kes ji bajarên cuda berê xwe dane Diyarbekirê ji bo temaşekirina maçê. 

Li Stadyuma Diyarbekirê cîhê 33 hezar kes heye ku maçê temaşe bikin. Bilêtên maçê ji bo her du aliyan bi awayekî wekhev hatine belavkirin.

Tîma bi ser keve dê sezona bê di Lîga 1'emîn de bilîze.

Parve bike: