TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Macron derbarê biryara fesihkirina HSDê nêrîna xwe eşkere kir

📅 26 tebax 2026 20:09
Serokê Fransayê Macron ragihand ku ew pêşwaziya biryara HSDê ya ji bo fesihkirina pêkhateya xwe ya leşkerî dikin.

RûpelNews - Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê biryara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ji bo fesihkirina pêkhateya xwe ya leşkerî de nirxandinek kir.

Macron di peyameke xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de, kêfxweşiya xwe ji wê biryarê anî ziman û pîrozbahî li aliyên têkildar kir.

Macron peyama xwe bi gotina "Ez pîrozbahiyê li wê gava yekalîker dikim ku duh di pêvajoya tevlîbûna aştiyane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo nava Dewleta Sûriyeyê de hate avêtin" dest pê kir û ev tişt anîn ziman:

"Ez girîngiyê didim pabendbûna Serok Şara û wê hesta berpirsiyariyê ya ku ji aliyê Mazlûm Ebdî û HSDê ve hatiye nîşandan. Ji destpêka pêvajoya veguhêzînê ve, Fransayê roleke çalak di piştgiriya vê gavê de lîstiye û dê ji nêz ve çavdêriya cîbicîkirina pêvajoyê bike. Fransa dê berdewam be li ser piştgiriya pêvajoya veguhêzînê li Sûriyeyê ku tenê armanca wê yekîtî û serweriya Sûriyeyê ye û di heman demê de rêzê li hemû pêkhateyên Sûriyeyê û mafê taybet ê dewletê yê bikaranîna hêzê digire. Tenê bi vî awayî dikare rêya aştiya mayinde û aramiya li Sûriyeyê were avakirin, mîna her cihekî din ê cîhanê."

Parve bike: