Rûsyayê derbarê kurê wezîrê Amerîkayê de biryara girtinê da
RûpelNews - Dadgeheke Rûsyayê derheqê Conor Kennedy ê 32 salî yê kurê Wezîrê Tenduristiyê yê Amerîkayê Robert F. Kennedy Jr. ji ber ku di şerê li dijî Rûsyayê de beşdarî aliyê Ukraynayê bû biryara girtinê ragihand.
Kennedy bi tohmeta "leşkeriya bi pere" li lîsteya kesên herî zêde tên xwestin a navneteweyî ya Rûsyayê hat zêdekirin. Hat ragihandin ku heke ew were girtin, dibe ku heta 10 salan bi zîndanê were cezakirin.
Hat ragihandin ku Kennedy di sala 2022an de bi dizî tevlî Lejyona Navneteweyî ya li Ukraynayê bû û di mehên destpêkê yên dagirkirina Rûsyayê de li herêma Xarkovê xizmet kir. Kennedy bi cil û bergên leşkerî ku li xwe kiribû wêne girtibûn û van wêneyan li ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kiribûn.
Biryar dibe ku tesîr li pêwendiya DYA û Rûsyayê bike
Biryara Rûsyayê ya derbarê Kennedy de dikare di têkiliya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de wek destpêkirina aloziyên nû tê şîrovekirin.
Biryar di demekê de hat ku rêveberiya Trump hewldanên xwe yên dîplomatîk ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê û navbeynkariya peymaneke aştiyê di navbera Moskow û Kîevê de didomîne.