TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê derbarê HSDê de: Em ji vê yekê keyfxweş bûn

📅 27 tebax 2026 13:43
Wezareta Berevaniya ya Tirkiyeyê, derbarê yekbûyîn ango entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nav artêşa dewleta Sûrî de bi keyfxweşî pêşwazî kir.

RûpelNews - Şêwirmend û Berdevkê Çapemenî û Têkiliyên Giştî yê Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) Fermandar Zekî Akturk, ragihand ku Wezaret pêşwaziya gavên ku ji bo hilweşandina Hêzên Sûriya (HSD) û tevlîkirina wan a nav saziyên dewleta Sûriyê tên avêtin, dike.

Akturk diyar kir ku ev gav ji aliyê yekparçebûna axa Sûriyê û prensîba 'Yek Dewlet, Yek Artêş' ve erênî ne. Akturk got, "Xwefesixkirina HSDê û entegrasyona wê di nav saziyên dewleta Sûriyê de pêşketineke girîng e.

Em pêşwaziya van pêşketinan dikin. Wî got, "Hêzên me yên Çekdar ên Tirkiyê dê di çarçoveya peymana hevkariya leşkerî ya heyî de piştgiriyê bidin, ji bo ku pêvajoya erênî ya ku li Sûriyê hatiye bidestxistin li seranserê welêt belav bibe, aramî mayînde bibe û şiyana artêşa Sûriyê, bi taybetî di şerê li dijî terorê de, werin xurtkirin."

Têkiliyên bi Amerîkayê re

Wezaretê ragihand ku ew nûçeyên derbarê geşedanên bi rayedarên Amerîkayê yên ji bo avakirina mekanîzmayeke kêmkirina aloziyê li Sûriyê dişopîne.

Wezaretê destnîşan kir ku heta niha di vî warî de ti daxwazeke fermî ji wan re nehatiye kirin, û lê zêde kir ku eger daxwazeke wiha were wergirtin, dê mijar bi koordînasyona dezgehên pêwendîdar were nirxandin.

Parve bike: