Li Xurmalê şerê li dijî DAIŞê: Berpirsekî bi sax hat girtin
RûpelNews -
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê ragihand ku di operasyonekê de li Xurmalê emîrekî koma terorîst a DAIŞê û 21 endamên din hatine girtin û plana wan hebû di nîva vê mehê de çend çalakiyên terorîstî bikin.
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê ragihand ku şevêdî Şemiyê, 12ê Îlona 2026ê, seet 23:20, piştî rûbirûbûneke çekdarî li gel hêzên asayişê li Xurmalê, emîrekî koma DAIŞê hat girtin.
Di operasyonan de, du mefrezeyên çekdar ên DAIŞê û hejmareke endamên nihênî yên wê komê hatin girtin. Hejmara wan kesên ku hatine girtin gihîştiye 22 kesan.
Hêzên ewlehiyê dest danîn ser hejmareka zêde ya çəkên giran, navîn û piçûk. Herwiha hejmareka bombeyên destî, dûrbînên serbazî û teqemenî hatin hatin dîtin. Li gorî zanyaran, wê komê plan hebû ku di nîva meha Îlonê de çend çalakiyên terorîstî bikin.