Rojhilata Navîn
Li Ummanê êrîş li keştiya petrolê hat kirin
Hate ragihandin ku li peravên Ummanê êrîş li keştiyeke tanker a petrolê hat kirin.
RûpelNews - Daxuyaniyeke nivîskî ya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê destnîşan kir ku êrîş li odeya motorê ya tankerekî petrolê hat kirin ku ew tanker nêzîkî 9 mîlên deryayî dûrî peravên herêma Şîsayê ya li bakur-rojhilatê Ummanê bû.
Hat ragihandin ku zirar gihiştiye odeya motorê û keştî ji kar ket.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu tişt bi tu kesî nehat, û ti qirêjî bo jîngehê nehat ragihandin.