TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Êrîş li keştiya Tirkiyeyê hat kirin: 1 mirî, 3 birîndar

📅 22 tîrmeh 2026 15:31
Li Deryaya Reş keştiya Tirkiyeyê rastî êrîşa balafireke bêmirovan hat. Di erîşê de kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn.

RûpelNews - Keştiyeke barhilgir a bi ala Tirkiyeyê li Deryaya Reş bi firokeyeke bêmirov hat hedefgirtin.

Keştiya barhilgir a bi navê 'MV Reyhan Sari', ku bi hejmara IMO 9543342 ji bendera Taman a Rûsyayê ji bo veguhestina barê komirê ber bi Trabzonê ve bi rê ketibû li peravên Novorossiyskê rastî êrîşa dronekê hat. 

Di êrîşê de xebatkarekî Tirk ku di keştiyê de bû jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Ligel berdewamiya karên tîmên wezîfedar li cîhê bûyerê ji hêla saziyên fermî heta niha daxuyaniyekê nehat dayîn.

Parve bike: