'Li Tirkiyeyê hilbijartin an di dawiya 2027an an jî serê 2028an de ye'
RûpelNews - Abdulkadir Selvî yek ji nivîskarên herî nêzîk ên Hikûmeta Tirkiyeyê ye di nivîsa xwe ya îro di rojnameya Hurriyetê de bal kişand ser dîroka hilbijartinên li vî welatî.
Li gor îdiaya Selvi, hilbijartin yan di dawiya 2027an yan jî di destpêka 2028an de wê werin kirin.
Selvî ligel li ser dîroka hilbijartinê derbarê Ekrem Îmamoglu yê şaredarê Stenbolê yê girtî jî nivisî û wiha got:
"Dema hilbijartinê Ekrem Îmamoğlu dê li Silivriyê bi dozên yasayî yên li dijî xwe re rûbirû bibe. Çawa ku em gelek caran mînaka İhsan Sabri Çağlayangil a ku "Li Rojhilata Navîn, heke tu ne li ser masê bî, tu di menuyê de yî" ji bo ravekirina geşedanên li herêmê tînin ziman, wisa jî Ekrem Îmamoglu dê di hilbijartinên pêş de ne li ser masê be, ew ê di menuyê de be. "Îmamoglu dixwest bibe nêçîrvan, lê di encama stratejiyeke şaş de, ew bi xwe bû nêçîr."