Li Tirkiyeyê di mehekê de 26 jin hatin kuştin
RûpelNews - Platforma 'Em dê Kuştina Jinan Rawestînin' amarên li ser tundutujiya li ser jinan belav kirin. Li gorî raporê, di meha Nîsanê de li Tirkiyeyê herî kêm 26 jin hatin kuştin, di heman demê de 23 jin di bin şert û mercên bi guman de wek mirî hatin dîtin.
Di raporê de hat ragihandin sedemên kuştina 20 jinan nehat eşkerekirin. Jê 4 ji ber sedemên aborî, 1 ji ber redkirina lihevhatinê, û 1 jî ji ber redkirina kurtajê hatin kuştin.
Ji sedî 69ê jinan li malên xwe hatin kuştin
Ji 26 jinên ku hatin kuştin, 10 ji aliyê mêrên xwe ve, 2 ji aliyê mêrên xwe yên berê ve, 2 ji aliyê hevjînên xwe ve, 1 ji aliyê bavê xwe ve, 1 ji aliyê xizmekî ve, 1 ji aliyê kurê xwe ve û 1 jî ji aliyê nasekî xwe ve hatin kuştin. 18 jin li malê, 2 li kolanê, 1 li otêlekê, 1 di erebeyekê de, 1 li ber avê û 1 jî li erdekî çol hatin kuştin. Cihê ku tê de 2 jin hatibûn kuştin nekarîbû bihata diyarkirin. Ji sedî 69ê jinan li malên xwe hatine kuştin.