TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Li Tirkiyeyê 84 dadwer û dozger ji kar hatin avêtin

📅 03 tebax 2026 13:34
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku 84 dadwer û dozger ji kar hatine avêtin.

RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyekê parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandina derbarê 525 dadwer û dozgeran de di astên cuda de ciza hatine dayîn û hat diyarkirin ku 84 dadwer û dozger ji kar hatine avêtin.

Gurlek di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Derbarê 525 dadwer û dozgerên giştî de biryar hatin dayîn. Derheqê 333 kesan de cizayên wiha hatine dayîn: Ji bo 168 kesan hişyarî, bo 24 kesan şermezarkirin, bo 23 kesan kêmkirina mûçeyê, bo 4 kesan rawestandina pêşveçûnê, bo 30 kesan cîhguhertin û bo 84 kesan jî biryara ji karavêtinê hatin dayîn. Digel zêdekirina lez û karîgeriya sîstema me ya dadweriyê, em ê mekanîzmayên xwe yên çavdêriyê hê bêtir xurt bikin."

Parve bike: