Tirkiye
Li Tengava Hurmuzê 14 keştiyên Tirkiye asê mane
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu, derbarê keştiyên Tirkiyeyê yên ku li Kendava Hurmuzê de asê mane got: "Hêj derfet ji bo derxistina wan çênebûye. Em bi ekîb û kaptanên wan re di têkiliyekê de ne.”
RûpelNews - Li Hurmuzê nêzîkî 2 hezar keştî, bi hezaran kes asê mane û di nav wan de 14 keştiyên ji Tirkiye jî hene.
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê, Abdulkadir Uraloglu der barê mijarê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Uraloglu ragihand kêşeya li Hurmuzê hêj dewam dike ji bo derxistina keştî û xebatkaran xebatên wan berdewam dikin. Wezîrê Tirk got: "Bi hem mürettebat re di nav pêwendiyê de ne. 3 keştî ji ber hin karên operasyonel naxwazin derkevin. Heta niha me tu keştî dernexist pirsgirêkeke mirovî tune, em vê meseleye ji nezdinde ve dişopînin.”