Gelo keştiyên Amerîkayê ji Tengava Hurmuzê derbas bûne?
RûpelNews - Di raporteke Axiosê de ku îşaret bi rayedarên amerîkî dikir, hatibû ragihandin ku çend keştiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ji Tengava Hurmuzê derbas bûne.
Hatibû destnîşankirin ku ev derbasbûn bi Îranê re nehatibû sazkirin.
Lêbelê, berpirsekî payebilind ê leşkerî yê Îranê ku ji Reutersê re axivî, diyar kir ku raportên derbarê derbasbûna her keştiyeke amerîkî ji Tengava Hurmuzê, rastiyê nîşan nadin.
Tengava Hurmuzê
Dema ku êrîşên Îranê li dijî êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê berdewam dikirin, Hêzên Çekdar ên Îranê Tengava Hurmuzê li ser keştiyên girêdayî Amerîka, Îsraîl û hevalbendên wan girtibûn. Hêzên deryayî yên Îranê bi mûşek û firokeyên bêfirokevan li hin keştiyên ku hewl didan ji tengavê derbas bibin, xistibûn.
Îranê destûr dabû ku keştiyên ji hin welatên ku beşdarî êrîşan nebûne, bi şertê koordînasyonê, ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Wekî din, Îranê ragihandibû ku Iraq ji qedexeyên li Tengava Hurmuzê bêpar e.
Çapemeniya Îranê ragihandibû ku bi navînî rojane 10 keştî ji Tengava Hurmuzê derbas dibin.