TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Gelo keştiyên kîjan welatan dikarin di Tengava Hurmuzê re derbas bibin?

Hasan Kosen
Edîtor
📅 17 adar 2026 14:03
Hikûmeta Îranê ragihand ku, di dema şerê berdewam yê bi Ameîka û Îsraîlê re, Tengava Hurmuzê ji bo hin welatên ji bilî DYA û hevalbendên wê vekirî dimîne. Tehranê diyar kir ku qedexeyên li ser vê rêya avê ya stratejîk, ku beşeke girîng a barkêşiyên petrolê yên cîhanê jê derbas dibin, bi awayekî qismî hatine sivikkirin.

RûpelNews - Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî diyar kir ku gelek welatan ji Tehranê daxwaza derbasbûna ewle kirine û piştî nirxandineke yekîneyên leşkerî, destûr hatiye dayîn ku hin keştiyên ji welatên cuda derbas bibin.

Welatên ku destûrê derbasbûyînê hatine dayîn 

Di nav welatên ku hatine ragihandin ku bi Tehranê re ketine têkiliyê an jî destûrê derbasbûnê wergirtine de Tirkiye, Pakistan, Hindistan, Çîn, Fransa û Îtalya hene.
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê, Abdulkadîr Uraloglu, ragihand ku keştiyeke Tirkiyeyê ya ku li nêzî Îranê li bendê bû, piştî wergirtina destûra pêwîst bi ewlehî ji tengavê derbas bûye.

Tankerê petrolê yê bi ala Pakistanê 'Karachî' jî roja Yekşemê di tengavê re derbas bû û derket Kendavê. Aliyê Hindistanê ragihand ku destûr ji du tankerên ku gaza petrolê ya şil (LPG) vediguhastin re hatiye dayîn ku derbas bibin. Hat ragihandin ku Çîn derbarê derbasbûna keştiyên petrol û gaza şil a xwezayî (LNG) yên di tengavê re, ku ji bo dabînkirina enerjiya wê rêyeke sereke ye, danûstandinên xwe bi Îranê re didomîne.
Her wiha tê ragihandin ku Fransa û Îtalyayê derbarê derbasbûna keştiyên xwe de ji Tehranê daxwaza hevdîtinan kirine.

Banga DYAyê ji bo hevpeymaneke deryayî nehat pejirandin

Serokê DYAyê Donald Trump bang li welatên wekî Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr û Brîtanyayê kir ku keştiyên şer bişînin herêmê da ku ewlehiya li Tengava Hurmuzê misoger bikin. Lêbelê, ji aliyê van welatan ve ti daxuyaniyeke fermî ya piştgiriyê nehatiye dayîn.

Digel ku Almanya û Yewnanistanê dijberiya xwe ya li hember destwerdana leşkerî anî ziman, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî ragihand ku welatê wî dê tevlî pevçûnê nebe.

Analîst dinirxînin ku avakirina koalîsyoneke leşkerî ya navneteweyî ne mimkun xuya dike, ji ber ku gelek hevalbendên DYAyê ji serî ve xwe ji pevçûnê dûr girtine.

Parve bike: