TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Swîsreyê referandûma sînordarkirina nifûsê bo 10 milyonî

editor2
Edîtor
📅 12 sibat 2026 13:48
Dê dengdêrên swîsrî di referandûma ku dê di meha Hezîranê de were lidarxistin de, li ser pêşniyara "sînordarkirina nifûsa welêt ji bo 10 milyonî" dengê xwe bidin.
RûpelNews -

Di 14ê Hezîranê de, gel dê biçe ser sindoqan da ku li ser du mijarên neteweyî biryarê bide: înîsiyatîfa "Ji Swîsreyeke Deh Mîlyonî re Na" ya ku ji aliyê Partiya Gel a Swîsreyê ya rastgir ve tê piştgirîkirin û reformeke xizmeta giştî.

Hikûmetê dîroka referandumê piştrast kir.

Înîsiyatîfa "Ji Swîsreyeke Deh Mîlyonî re Na" armanc dike ku nifûsa niştecihên daîmî yên welêt heta sala 2050an bi 10 mîlyonan sînordar bike.

Li gorî vê pêşniyarê, heger nifûs ji 9.5 mîlyonî derbas bibe, hikûmet û parlamen dê mecbûr bin ku tedbîrên yasayî bigirin.

Her çend hem hikûmet û hem jî perleman li dijî vê însiyatîfê ne, ku armanca wê sînordarkirina zêdebûna nifûsê ye, wan pêşniyareke dij pêşkêş nekiriye.

Eger nifûs berî sala 2050an ji 9.5 milyonî derbas bibe, Konseya Federal û Perleman dê neçar bimînin ku tedbîran bigirin da ku pabendbûna bi vî sînorî mîsoger bikin, bi taybetî di warên penaberî û yekirina malbatê de.

Ji aliyê din ve heger ev hemû tedbîr ji bo pabendbûna bi sînorê 10 milyonî re têrê nekin, bidawîkirina "peymana çûnûhatina azad a kesan" a bi YE re dê wekî çareya dawî were nirxandin.

Kesên ku kampanyaya referandumê bi piştgiriya SVPê dimeşînin, dibêjin ku zêdebûna nifûsê binesaziyê dixe bin zextê, kirêyan bilind dike û nasnameya neteweyî diguherîne.

Piştgirên înîsiyatîfê dibêjin ku ew rêyeke maqûl e ji bo kontrolkirin û sînordarkirina koçberiyê.

Nifûsa Swîsreyê niha derdora 9.1 milyonî ye.

Parve bike: