TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Salvegera "Biryara Wêrek": 9 sal li ser referandûma serxwebûnê re derbas bûn

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 07 hezîran 2026 16:40
Îro Yekşemê, 7ê Hezîrana 2026an, 9 sal li ser yek ji biryarên herî wêrek û stratejîk ên dîroka nûjen a gelê Kurd re derbas dibin; ew jî biryara lidarxistina referandûma serxwebûnê ye ku nexşeya siyasî ya navçeyê hejand.

RûpelNews - Di rojeke wekî îro de di sala 2017an de, bi serperştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî, li Hewlêrê civîneke berfireh bi beşdariya piraniya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Di encama wê civînê de biryareke dîrokî hat girtin û roja 25ê Îlona 2017an wekî dema çûna gelê Kurdistanê bo ser sindoqên dengdanê hat diyarkirin, da ku çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin.
Di wê civînê de partiyên sereke yên wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), partiyên Îslamî û neteweyî û nûnerên pêkhateyên cuda di bin banê "Encumena Bilind a Referandûmê" de kom bûn. Peyama sereke zelal bû: Piştî neh dehsalan ji paşguhxistin, karesat û binpêkirina mafên destûrî ji aliyê hikûmetên li pey hev ên Bexdayê ve, dem hatiye ku gel peyva xwe ya dawî bide.

Berdewamî di rûyê zextan de

Tevî zextên navdewletî yên dijwar û gefên rasterast ên welatên cîran ên ji bo girtina sînoran û nîşandana vebijarka leşkerî, Serok Barzanî wekî parêzerekî polat ê vê doza neteweyî rawestiya. Wî di hemû platformên dîplomatîk û cemawerî de tekez kir ku referandûm mafekî siruştî û yasayî ye. Wî her wiha da zanîn ku ti alternatîfên rastîn nîn in ku mafên gelê Kurdistanê garantî bikin û tekez kir ku xwediyê biryara yekem û dawî gel e, ne zextên derveyî.

Encamên ku cîhan hejand

Ev biryardarî di 25ê Îlona 2017an de bû sedema "karnavaleke neteweyî" ya kêmwêne ku parêzgehên Herêmê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê li xwe girt. Di encamê de zêdetirî %92ê beşdaran bi dengê "Erê" piştgirî dan serxwebûnê. Çavdêrên navdewletî wê demê prose wekî yek ji paktirîn û demokratîktirîn proseyên dengdanê li cîhanê binav kirin.
Mîrateyeke siyasî û yasayî

Îro, piştî derbasbûna neh salan, biryara 7ê Hezîranê wekî xaleke werçerxanê ya dîrokî tê dîtin ku tê de Kurdan nîşan da ku îradeya wan a neteweyî ji bo gihîştina bi mafên rewa di bin dorpêç û siyaseta cezayê bi kom de naşkê. Referandûm di arşîva siyasî û yasayî de wekî "nasnameyeke herdemî" û belgeyeke dîrokî dimîne ku daxwazên gelekî hîn jî bi cewherê wê biryarê ve girêdayî ye nîşan dide.

Parve bike: