TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Li Sûriyeyê ji bo kurdî biryar hat dayîn

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 27 tebax 2026 23:00
Sûriyê derbarê perwerdehiya bi zimanê kurdî de biryareke nû da. Li gorî biryara fermî, hînkirina zimanê kurdî wekî derseke esasî anku bingehîn li dibistanên dewletê û yên taybet ên li herêmên ku kurd lê dijîn hatiye pejirandin.

RûpelNews - Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyê derbarê perwerdehiya bi zimanê Kurdî biryareke nû weşand.

Li gorî biryara fermî ya ku ji aliyê Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyê, Mihemed Ebdurehman ve hatiye îmzekirin, li herêmên ku kurd lê dijîn, zimanê kurdî dê ligel erebî û îngilîzî di mufredata dibistanên dewletê û yên taybet de cih bigire.

Zanistên civakî dê bi kurdî bên fêrkirin

Li gorî biryara fermî, dê heftane sê saetan dersên zimanê kurdî dê bên dayîn. Wekî din, dê heftane saetek dersê ji bo çalakiyên civakî û çandî yên bi zimanê kurdî bên terxankirin. Her wiha hat ragihandin ku dersên zimanê kurdî bikevin nav notên navînî yên giştî yên xwendekaran. Bi vî awayî, kurdî dê ne tenê wekî derseke bijarte, lê belê wekî yek ji dersên bingehîn bê hesibandin.

Belgeya fermî di derbarê vê rêziknameyê de wiha hat gotin:

"Nirxê qursa zimanê kurdî dê di nav navîniya giştî ya xwendekar de (nirxa giştî) were hesibandin û dê wekî yek ji dersên bingehîn were hejmartin. Wekî din, ji bo hêsankirina pêvajoyê, di sala yekem a cîbicîkirinê de, xwendekar dê karibin Dersên Civakî, Dîrok, Erdnîgarî û Felsefeyê li gorî tercîha xwe bi kurdî an bi erebî bixwînin û ezmûnên xwe bi wan zimanan bidin."

Mamosteyên kurdî

Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyê her wiha merc ji bo mamosteyên ku dê dersên kurdî bidin diyar kirine. Li gorî van mercan, divê mamosteyên kurdî ji zanîngeh an jî kolejeke perwerdehiya mamosteyan mezûn bin û di warê zimanê kurdî de pisporîya wan hebe. Heke kêmasiya mamosteyan çêbibe, dê destûr ji mezûnên lîseyê yên ku bi zimanê kurdî baş dizanin re jî bê dayîn ku ders bidin.

Parve bike: