TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Li dijî Amedsporê 'tûrikên zer' hejandin: Biryara desteserkirinê hat dayîn

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 25 tebax 2026 14:12
Derbarê 5 kesan de ku di dema maça Kocaelispor û Amedsporê de li dijî alîgirên Amedsporê 'tûrikên zer' ku wek nîşaneya gefa mirinê tê dîtin vekiribûn, biryara desteserkirinê hat dayîn.

RûpelNews - Di maça hefteya duyemîn a Super Lîga Tirkiyeyê de di navbera Kocaelispor û Amedsporê de alîgirên Kocaelisporê li ser tribunan dirûşmên nijadperestî li dijî alîgirên Amedsporê digotin û 'tûrikên zer' hejandin ku ev wek nîşaneya gefa mirinê tê dîtin.

Serdozgeriya Giştî ya Kocaeliyê derbarê dîmenan de lêpirsîn da destpêkirin.

Piştî lêkolîna li ser dîmenên kamerayan, ji bo 5 gumanbarên ku nasnameyên wan hatine destnîşankirin, biryara desteserkirinê hatin dayîn.

Gumanbar bi tehrikkirina dijminatiya gel, gef û sivikatî tên tohmetbarkirin.

Parve bike: