Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî ji bo biryara Amerîkayê ya derbarê Sûriyeyê de piştgirî
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Amerîkayê ya derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriya terorê dikin, kir.
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê biryara Amerîkayê ya derxistina Sûriyeyê ji lîsteya dewletên piştgirê terorê de, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev biryar ji bo başbûn, aramî û pêşketina Sûriyeyê gaveke girîng e û baweriya xwe anî ziman ku ev yek dê alîkariyê bide welat da ku "rola xwe ya xwezayî" li herêm û cîhanê ji nû ve bi dest bixe.
Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev biryar dê beşdariyê di avakirina paşerojeke aştiyane de bike ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze; herwiha destnîşan kir ku ev pêşveçûn dê derfetên nû ji bo bihêzkirina têkiliyan û berfirehkirina hevkariyê di warên cûrbecûr de di navbera Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê de biafirîne.