TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Stenbolê wesayîta xwendekara qeza kir: 13 kes birîndar bûn

📅 13 tebax 2026 19:32
Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê li ser rêya kêlekê ya Floryayê, li ser otobana E-5ê wesayîta xwendekara qeza kir û di encamê de 13 kes birîndar bûn u di wan de 5 kes giranin.

RûpelNews - Qeza derdora saet 16:30an de li ser rêya kêlekê ya Floryayê li taxa Beşyol a navçeya Kuçukçekmece pêk hat. Xwendekarên qurseke havînê ya li Beylikduzuyê ji bo geştekê hatibûn birin. Di dema vegerê de, ajokar M.K. kontrola wesayîtê winda kir; wesayît pêşî li baryeran û piştre jî li tabelaya rênîşander a li ser dabeşbûna rê ket.

Ji ber hêza lêdanê wesayît derket ser baryeran; welatiyên li derdorê ji bo alîkariyê bi lez ber bi cihê bûyerê ve çûn. Piştî agahdarkirinê, gelek tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di qezayê de sêzdeh zarokên di nav wesayîtê de birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa pênc ji birîndaran giran e; zarok piştî destwerdana ewil a li cihê bûyerê, bi ambulansan bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin. Ajokar M.K. ji aliyê tîmên polîsan ve hat desteserkirin.

Ji ber qezayê, trafîka li ser otobana E-5 demekê bi awayekî kontrolkirî hat birêvebirin û di encamê de rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn. Piştî ku wesayîta ku bi temamî wêran bûbû bi wesayîteke kişandinê (çekici) ji cihê bûyerê hat rakirin, trafîk vegeriya rewşa xwe ya asayî.

Parve bike: