Li Lubnanê koodînatorê Hizbullah û Îranê hat kuştin
RûpelNews - Şerê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê di 14amîn roja xwe de berdewam dike. Şer belavî hin welatên Kendavê jî bûye. Li gorî agahiyeke ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê (PDK-Î) ve li ser platforma medyaya civakî Xê hat parvekirin, artêşa Îsraîlê li Lubnanê li dijî yekîneya mûşekan ya Pasdarên Îranê operasyonek encam daye. Di operasyonê de serbazê pilebilin ê Pasdarên Îran Ebû Zêr Mohammendî hat kuştin.
'Koordînatorê Hizbûllah û Îranê bû'
Li gorî zanyariyan, artêşa Îsraîlê ragihang ku Ebû Zêr Mohammendî roja Pêncşemê di encama operasyoneke serbazî de hatiye kuştin.
Li gor zanyariyan, Ebû Zêr Mohammdî wekî kesayetekî sereke di hevahengiya leşkerî ya di navbera Hizbullaha Lubnanê û berpirsên payebilind ên Îranê de wekî koordînatorekî dixebitiya.