Li Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de 11 kesan canê xwe ji dest da
RûpelNews - Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku êrîş li herêmên başûr hatine kirin. Artêşa Îsraîlê, di heman demê de, îdia kir ku wek bersivdayîna li hember çalakiyên li dijî leşkerên Îsraîlê, binesaziya Hezbolahê hatiye armancgirtin.
Digel ku Hizbullahê diyar kir ku dê li hember êrîşan "bersiveke guncaw" bê dayîn, ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, Hibullah bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir.
Fermandarê Hizbullahê hat kuştin
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku Elî Semîr Hic Hesen, ku yek ji fermandarên Hêza Ridvan a Hizbullahê, hatiye kuştin. Lêbelê, dezgehên medyayê yên nêzîkî Hizbullahê ragihandin ku kesê hatî kuştin Elî Mihemed Fexrûdîn e.
Serokê Parlamentoya Lûbnanê Nebîh Berî bang li her du aliyan kir ku yekîtiya neteweyî û agirbestê biparêzin, û diyar kir ku divê şer berî ku bêtir gur bibe, bi dawî were anîn.