TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Li Libnanê şerê Îsraîl û Hizbulahê: 4 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 07 gulan 2026 09:49
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Libnanê di êrişeke Hizbulahê de 4 leşkerên wan birîndar bûne.

RûpelNews - Artêşa Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hizbulahê doh bi balafira bêmirov êrişî leşkerên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê kiriye.
Hat eşkerekirin ku di êrişê de rewşa yekî ji leşkeran giran e û 3 leşker jî bi sivikî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, leşkerên birîndar ji bo tedawiyê veguhastine nexweşxaneyê.

Li Libnanê sê kes hatin kuştin

Di êrîşên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve şev û berbangê li ser başûrê Lubnanê hatin kirin de, sê kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Rewşa agirbestê û koçberan

Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê êrişên asmanî yên dijwar birin ser Libnanê.
Hikûmeta Libnanê ragihand ku ji wê demê ve hejmara koçberên li nav welêt ji milyonekê borî ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Nîsanê daxuyandibû ku agirbesta 10 rojî ya di navbera Îsraîl û Libnanê de ya ku 17ê Nîsanê dest pê kiribû, 3 hefteyên din hatiye dirêjkirin.

 

Parve bike: