TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Kerkûkê stargeha DAISê hat bombebaran kirin: 4 kustî...

📅 18 nîsan 2023 19:27

PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê eşkere kir ku li Kerkûkê di êrîşeke asmanî de, stargeheke DAIŞê ya hejmarek çekdar tê de bûn hat bombebaran kirin.

Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de hat ragihandin ku bi balafira F-16 pêgeheke çekdarên DAIŞê li navçeya Wadî Şay a ser girêdayê Kerkûkê hat bombebaran kirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş diyar kir ku di encama operasyona asmanî de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Parve bike: