TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Stargehên DAISê ji aliyê F16 yên Iraqê hatin bombebarankirin

📅 25 mijdar 2021 10:35

PeyamaKurd – Stargehên çekdarên DAIŞê yên li sînorê parêzgeha Selahedîn, ji aliyê balafirên F16 yên Iraqê hatin bombebarankirin.

Li gor Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir; çend stargehên çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn, ji aliyê balafirên F16 yên Iraqê ve hatin bombebarankirin û bi ser çekdaran de hatin wêrankirin.

Herwiha li gor daxuyaniyeke din a Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê, li bajarê Samera cebilxaneyeke çekdarên DAIŞê hat dîtin, ku gelek çek û teqemenî û hejmarek moşek tê de bûn.

Parve bike: