TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Selahedîn û Bexdayê bingehên DAISê hatin bombebaran kirin

📅 01 nîsan 2021 17:11

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 1ê Nîsanê balafirên şer ên Iraqê hejmarek bingehên rêxistina terorîst ên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn a bakurê Bexdayê bombebaran kirin.

Berdevkê fermandariya giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Yehya Resul derbarê êrîşa asmanî ya îro de ragihand, balafirên şer ên artêşa Iraqê 3 motosîklet, 4 binke, tunelek û du depoyên avê yên DAIŞê bombebaran kirine û ew wêran kirine.

Lîwa Yehya Resul got, ew bingehên DAIŞê yên li sînorê çalakiyên fermandariya operasyonên Selahedînê bûne.

Parve bike: