TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kerkûkê cara yekem pêsangehek pirtûkan hat vekirin

📅 01 mijdar 2021 11:59

PeyamaKurd – Cara yekemîn li Kerkûkê pêşangehek taybet a pirtûkan, bi tevlîbûna 15 dezgeh û çapxaneyan hat vekirin.

Li Kerkûkê, bi pêşengiya rewşenbîran li Peymangeha Ilim a li taxa Îskanê, pêşangeheke taybet a pirtûkan hat vekirin.

Pêşangeh 4 rojan wê vekirî be û 15 dezgeh û çapxane tevlî bûne. Di pêşangehê de, 2 hezar û 500 pirtûkên cuda yên bi zimanê Kurdî û Erebî hene. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin a xwîneran hat. Amadekarên pêşangehê dibêjin ku ew dixwazin di salên bê de li Kerkûkê pêşangeheke navneteweyî vekin.

Parve bike: