Zimanê kurdî cara yekem dikeve dibistanên Sûriyê
RûpelNews - Li gorî biryarê, zimanê kurdî wekî waneyeke bijarte û di hefteyê de du demjimêr hate pejirandin. Armanca vê pêngavê parastina mafên çandî û zimanî û xurtkirina pirrengiyê di çarçoveya nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya giştgir de ye.
Nasandina fermî ya zimanê kurdî: Biryarnameya Hejmar 13 çi dihewîne?
Dersdayîna zimanê Kurdî xwe dispêre Biryarnameya Hejmar 13 a ku ji hêla Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera ve di 16ê Kanûna Duyem a 2026an de hate derxistin. Di xala yekem a biryarnameyê de hate destnîşankirin ku welatiyên kurd ên Sûriyê beşekî bingehîn û resen ê gelê Sûriyê ne; her wiha hate diyarkirin ku nasnameya wan a çandî û zimanî, parçeyekî jêneger ê nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya piralî û yekbûyî ye.
Her wiha xala sêyem a mersûmê tekez dike ku zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî tê hesibandin. Li gorî vê yekê, li herêmên ku kurd lê rêjeyeke berbiçav a niştecihan pêk tînin, di dibistanên dewletê û yên taybet de destûr hate dayîn ku Kurdî di nav bernameyên bijarte de yan jî wekî çalakiyeke çandî-perwerdehî were hînkirin.
Di heman demê de, xebatên tevlîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewletê de hatin meşandin. Ev yek di peymanên 10ê Adara 2025an û 29ê Kanûna Duyem a 2026an de, di çarçoveya avakirina Sûriyeke yekbûyî ji bo hemû welatiyên wê, bi zelalî hate nîşandan.
Zimanê kurdî dê çawa were hînkirin?
Di 26ê Kanûna Duyem a borî de, Wezareta Perwerdeyê rênimayên cîbicîkirinê yên têkildarî Biryarnameya Hejmar 13an weşandin. Armanca van rênimayan parastina mafên çandî û xurtkirina pirrengiyê di bin sîwana yekîtiya niştimanî de ye.
Li gorî plana xwendinê, zimanê kurdî dê di hemû polan de wekî waneyeke bijarte û di hefteyê de du demjimêr were hînkirin. Puana vê waneyê dê di koma giştî ya puanan de were hejmartin, lê bandorê li ser serketin an rûniştina (mana li polê) xwendekar nake.
Bi vî awayî derfet ji xwendekaran re tê dayîn ku fêrî zimanê kurdî bibin bêyî ku ev wane bibe barekî zêde yê perwerdehiyê li ser milê wan.
Şeş meh ji bo amadekirina rêbazên xwendinê
Li gorî rênimayan, Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Rêbazên Perwerdehiyê hate erkdarkirin ku rêbazên dersa Kurdî ji bo hemû qonaxên perwerdeyê di nava şeş mehan de amade bike. Armanc ew e ku karên amadekirin, pejirandin û çapkirinê berî destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027an kuta bibin.
Her wiha her du rêveberiyên Perwerde û Çavdêriya Perwerdehiyê hatin erkdarkirin ku kadroyên pêwîst ji bo dersdayînê peyda bikin. Mamoste dê ji nav kadroyên fermî yan jî ji derve werin wergirtin, bi mercê ku di ezmûnên nivîskî û devkî de şarezayiya wan a zimanê Kurdî were selmandin. Piştî wê jî, dê bernameyên perwerdekirin û amadekirinê ji bo mamosteyên erkdarkirî werin sazkirin.
Wezaret xwe çawa amade dike?
Di 5ê Adarê de, Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Rêbazên Perwerdehiyê deriyê serlêdanê ji bo wan kesên ku dixwazin beşdarî nivîsandina pirtûkên kurdî bibin, vekir. Şertên serlêdanê ev bûn: Xwedîbûna lîsans an dîplomaya perwerdehiyê, şarezayiya xwendin, nivîsandin û rêzimana Kurdî û xwedîbûna ezmûna di warê nivîsandina rêbazên perwerdehiyê de.
Di 17ê Tebaxa îsal de, Wezareta Perwerdeyê bi rêya Rêveberiya Geşepêdana Îdarî ragihand ku ew dê li gorî hewcedariyê, mamosteyên ku şertên wan lê tên girtin ji bo dersdayîna zimanê Kurdî wergire.
Zimanê kurdî dê li ku derê were hînkirin?
Mersûmê diyar kir ku zimanê Kurdî dê di dibistanên dewletê û yên taybet de, li wan herêmên ku kurd tê de wekî rêjeyeke berbiçav a niştecihan dijîn, were hînkirin.
Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdilrehman Tirko tekez kir ku Biryarnameya Hejmar 13 veguherîneke dîrokî û girîng e di warê reftara bi doza Kurdî re li Sûriyê. Wî destnîşan kir ku ev biryar prensîba hemwelatîbûna li ser bingeha maf û erkan di avakirina Sûriya nû de bi hêz dike.
Zimanê kurdî: ji mal û bîreweriyê ber bi dibistanê ve
Lêkolînerê Karûbarên Kurdî Mihemed El-Silêman, di daxuyaniyekê de ji bo SANAyê diyar kir ku fêrbûna zimanê dayikê mafekî bingehîn ê her pêkhateyekê ye. Ev maf dihêle ku zarokên wê pêkhateyê fêrî xwendin, nivîsandin û rêzimana zimanê xwe bibin, wêjeya xwe nas bikin û bi zimanê xwe berhemên nû biafirînin.
Derbarê zehmetiyên hînkirina zimanê kurdî de, El-Silêman destnîşan kir ku amadekirina rêbazên yekgirtî û kêmbûna kadroyên pispor astengiyên sereke ne. Wî pêşniyar kir ku hînkirin gav bi gav ji polên seretayî dest pê bike û piştre were berfirehkirin, her wiha perwerdekirina mamosteyên pispor wekî xaleke girîng dît.
El-Silêman anî ziman ku wanedayîna kurdî nasnameya çandî, zimanî û hesta girêdayîbûna niştimanî xurt dike. Wî diyar kir ku fêrbûna zimanekî din di temenê piçûk de fêrbûna zimanan hêsan dike û ev pirrengiya çandî dibe dewlemendiyek ji bo nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya giştgir.