TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Erebîstana Siûdî cara yekem jinek wek konsol tayîn kir

📅 17 tebax 2026 16:51
Di dîroka Erebistana Siûdî de yekem car jinek wek Konsola Giştî li Houstonê ya Amerîkayê, hate tayînkirin.

RûpelNews - Hat ragihandin ku yekem konsola giştî ya jin a Erebistana Siûdî hat tayînkirin.

Li gorî raporên di çapemeniya vî welatî de, Vefa bint Abdullah al-Merzuki piştî tayînbûna xwe wek Konsola Giştî li Houstonê ya Amerîkayê, li ber Wezîrê Derve Faysal bin Ferhan de sond xwar.

Bi tayînkirina al-Merzuki bo Konsulxaneya Giştî ya Houstonê, cara yekem e ku li Erebistana Siûdî jinek ji bo posta 'Konsula Giştî' tê tayînkirin.

Parve bike: