TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kampa Berderes penaberekî Rojava xwe sewitand

📅 13 mijdar 2019 18:58

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li kampa Berdereş a Duhokê, penaberekî Rojavayê Kurdistanê agir berda bedena xwe.

Li gorî zanyariyan ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê îro li kampa Berdereş ku penaberên Rojavayê Kurdistanê tê de dimînin, agir berda bedena xwe.

Hat zanîn ku beşek ji laşê wî penaberî şewitî ye û ew ji aliyê komek penaberên din ve hatiye vemirandin û ji mirinê rizgar bûye.

Penaberê kurd ê ku agir berdaye bedena xwe niha li nexweşxaneya Duhokê tê dermankirin ku hîn nehatiye zanîn bi çi sedemê xwe şewitandiye.

Parve bike: