Kampanyayeke mezin ji bo xelkê Rojava hate ragihandin
EuronuNews- Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 21ê Çileyê civînek taybet li dar xist ku tê de amadekariyên ji bo destpêkirina kampanyaya herî mezin a alîkariyê bo "birayên li Rojavayê Kurdistanê" hate gotûbêjkirin.
Parêzgarê Hewlêrê ragihand, sibe Pênşemê dê li pêşberî Parka Şaneder kon werin vedan û dest bi komkirina alîkariyan were kirin. Welatî, xêrxwaz û kompanya dikarin alîkariyên wekî: pere, xurek, cil û bergên zarokan, betanî, sobe û pêdiviyên din ên navmalê bigihînin vê navendê.
Umêd Xoşnaw diyar kir, ev kampanya ti peywendiya wê bi hêz û aliyên siyasî ve nîne û got: "Ev kampanyaya xelkê bajarê Hewlêrê ye. Wekî erkê mirovî, neteweyî û nîştimanî, em di vê rewşa dijwar de xwe li hember birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bi berpirsiyar dibînin."
Parêzgarê Hewlêrê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li xelkê "birûmet û dilovan ê Hewlêrê" kir ku bi dilfirehî beşdarî vê kampanyayê bibin û piştevaniya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin.