TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Karwaneke mezin a alîkariyên Başûr gihîşt Rojavayê Kurdistanê

📅 27 rêbendan 2026 15:44
Karwana alîkariyên mirovî ya ji 50 kamyon û 20 tankerên mazotê pêk tê ji ser Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

EuronuNews- Di çarçoveya piştevaniya berdewam ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê ji saziyên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê, xelkê Daqoq ê Kerkûkê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de, karwana alîkariyên mirov ku ji 50 kamyon û 20 tankerên mazotê pêk tê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Hate diyarkirin ku ew karwan ji ser deriyê Sêmalkayê ji saziyên xêrxwazî yên li Kerkûkê, Silêmaniyê û hwd bi rêya destpêşxerêyên gel û ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatine pêşkêşkirin.

Ev alîkarî di demekê de têne pêşkêşkirin ku xelkê Rojavayê Kurdistanê zehmetiya dabînkirina mazotê û pêdiviyên bingehîn dikişînin, da ku barên welatiyan di vê zivistanê de sivik bibe.

Parve bike: