Kampa Holê ya li Rojava hat girtin
RûpelNews - Berpirsê Wezareta Derve ya Sûriyê Fadî el-Qasim, ji AAyê re got ku kesên dawî yên ku li Kampa Holê mabûn jî hatine valakirin.
El-Qasim got ku hinek kal û pîr, kêmendam, nexweş û malbatên bi zarok ên ku li kampê dihatin girtin, piştî kontrolên pêwîst radestî malbatên wan hatine kirin û nêzîkî 60 malbat jî vegerandine Iraqê.
Herwiha got ku hin malbat ji kampê bo kampeke rehabîlîtasyonê ya li Helebê hatine veguhestin û lê zêde kir ku ev kes dê beşdarî bernameyên rehabîlîtasyon û perwerdehiyê bibin.
Meha borî, 77 malbat jî bo Kampa Axtarin a li bakurê parêzgeha Helebê hatibûn veguhestin.
22 hezar kes bo Iraqê hatin veguhestin
Şêwirmendê Karûbarên Stratejîk ê Wezareta Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Seîd el-Ceyyaşî, ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê (INA) re got ku Kampa Holê bi temamî hatiye valakirin.
El-Ceyyaşî ragihand, ji zêdetirî 22 hezar kesî ku ji 5,600 malbatan pêk dihatin, bi 32 karwanên cuda hatine veguhestin bo Iraqê û lê zêde kir ku pêvajoya veguhestinê di bin hemahengiya Ofîsa Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê û çend ajansên din de bi ewlehî hatiye meşandin.
Ceyyaşî destnîşan kir ku valakirina Kampa Holê bi serkeftî bi dawî bûye û tenê karwaneke dawî maye ku bo Iraqê were veguhestin.
Ceyyaşî got ku çar komên teknîkî di astên navneteweyî, neteweyî û hikûmetî de hatine avakirin ji bo mijûlbûna bi malbatên ku ji kampê hatine veguhestin.
Kampa Holê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hin endamên DAIŞê yên ku di pevçûnên bi rêxistina terorîst a DAIŞê re hatibûn girtin û malbatên wan, li vê kampê ragirtibûn.
Bi salan, HSDê bang li gelek welatan dikir ku welatiyên xwe yên ku girtiyên DAIŞê bûn, paşde bistînin.
Li kampa ku ji berê 50-60 hezar kes lê diman, di salên dawî de hejmara niştecihan daketibû bin 20 hezarî.