Li Fransayê bikaranîna avê hat sînordarkirin
RûpelNews - Wezîra Veguherîna Ekolojîk a Fransayê Monique Barbut ragihand ku li welêt, ji ber hişkesaliyê bikaranîna avê hat sînordarkirin.
Li gorî raporên di çapemeniya neteweyî de, Barbut di civîneke yekîneya krîzê ya wezaretê de nirxandinek li ser rewşa hişkesaliyê ya li welêt pêşkêş kir.
Barbut destnîşan kir ku Fransa di serdemeke hişkesaliyeke ya awarte û gelekî bi fikar de derbas dibe û lê zêde kir ku li seranserê welêt biryara sînordarkirinên avê hat ragihandin.
Barbut destnîşan kir ku sînordarkirinên li ser bikaranîna avê niha li 99 bajaran li seranserê welêt, yan qismî yan jî bi temamî, di meriyetê de ne.
Wezîra Fransî tekez kir ku 43 ji van bajaran di warê avê de di asta 'krîzê' de ne, ku ev tê wê wateyê ku niştecihên wan deran tenê dikarin avê ji bo mebestên bingehîn bi kar bînin.