Jiyan
Li Elkê baran û lehî: Pire hilweşiyan, xanî hatin valakirin
Li Elkê, ji ber barana zêde û helandina berfê, pire hilweşiyan û hin wesayît ji aliyê lehiyê ve hatin rûxandin, xanîyên li deverên xeternak hatin valakirin.
RûpelNews - Barana zêde û helandina berfê li bilindahiyên bilind ên navçeya Elkê ya Şirnexê bû sedema lehîyê.
Ji ber ku çem ji lehiyê derketin, du pirên li taxên Karşiyaka û Ataturk hilweşiyan û hin wesayît ji aliyê lehiyê ve hatin rûxandin.
Her wiha zirar gihîşt baxçe û zeviyên çandiniyê. Piştî agahdarkirinê, tîmên agirkujiyê, tenduristiyê, polîs û jendermeyan şandin herêmê.
Tîman hin malên li deverên di bin xetereya lehiyê de vala kirin û welatiyan ber bi deverên ewle ve birin. Hat hînbûn ku lêkolînên nirxandina zirarê li navçeyê berdewam dikin.