TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Agiriyê û Qersê lehî zerarê da xelkê

📅 09 tîrmeh 2024 23:52

Peyamakurd – Li navçên bajarê Agiriyê; li Eleşgirt û Bazîdê, li bajarê Qersê li navça Qaxizmanê (Kağızman) bi sedema baranê lehî rabû û li hinek gundan xanî axwur û di rêyan de xesar giha xelkê û araziyên wan zerarê dîtin.

Tevî havîne û 4 mehê havînê derbas bûye, li ciyên navborî û li seranserê bakûrê Kurdistanê heya Binxetê, bi taybetî îro baran bariya. Li Amedê, Çewlikê, li Xarpêtê gelek baran bariya.

Lê zerara zêde, li deverên bi ser bajarê Qersê û Agiriyê çêbû.

Parve bike: