TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Afganistanê baran û lehî bûn sedema mirina 70 kesan û 50 birîndaran

📅 18 nîsan 2024 21:20

PeyamaKurd – Berdevkê Rêvebiriya Afatên Netewî yê Afganistanê Molla Canan Saîq ragihand ku di çend rojên dawiyê de li Afxanistanê barana ku bariyaye û lehiya ku rabûye bûye sedema mirina 70 kesan û ji 50an zêdetir kes birîndar bûne.

Li welatên weke Afganistan, Pakistan û Hindistanê di vê werza baharê de gelek caran baranên bi şid dibarin û dibin sedema rabûna lehiyê û di encamê de gelek kes ji ber lehiyê û heya brûskê dimrin.

Parve bike: