TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Elîhê 2 otomobîl li hev ketin: 4 kes birîndar bûn

📅 06 îlon 2026 10:43
Li navçeya Hezo ya Elîhê, di encama lihevketina du otomobîlan de çar kes birîndar bûn.

RûpelNews - Bûyer li devera Samanyolu ya navçeya Hezo pêk hat. Li gorî agahiyan, du otomobîl bi sedemeke ku hêj nehatiye diyarkirin li hev ketin û di encamê de çar kes birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar piştî destpêkirina tedawiya destpêkê li cihê bûyerê, bi ambûlansê ji bo tedawiya zêdetir bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê hatin veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Parve bike: