Jiyan
Li Elîhê kamyon û mînîbus li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Elîhê di encama lihevqelibîna kamyona tijî genim û mînîbusa servîsê de 6 kes birîndar bûn.
RûpelNews - Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, ji ber sedemek ku hên nehatiyeyî diyarkirin, kamyon û mînîbusa servîsê li çarrêyê li hev qelibîn.
Di qezayê de 6 kes birîndar bûn. Li ser îxbara ku ji bo Navenda Banga Lezgîn a 112an hat kirin, tîmên tenduristiyê û ewlehiyê bo cihê bûyerê hatin veguhastin. Tîmên tenduristiyê piştî ku li cihê bûyerê mudaxeleya yekem li birîndaran kirin, wan bi ambûlansan birin nexweşxaneyê.
Ji ber qezayê trafîka li herêmê bo demekê bi awayekî kontrolkirî hat peydakirin, piştî xebata tîman rê ji nû ve ji bo çûnûhatinê hat vekirin.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.