TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Kayonekî û otomobîlekî lihev ketin: 5 mirî û 2 birîndar

📅 19 rêbendan 2021 22:32

PeyamaKurd – Li ser rêya Tarsûs-Pozantiyê li texma Tarsûsê erebeyekî û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de 5 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

Di qezayê de Gazi Rüzgar, Ali, Ayşe, Meryem ve Emine Rüzgar jiyana xwe ji dest dan. Kerim Rüzgar û ajotvanê kamyonê Şakır Sarı birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Tarsûsê.

Parve bike: