Jiyan
Li Amerîkayê balefirek ket: 5 kes mirin
PeyamaKurd- Li Amerîkayê balefirekî du motorî kete golekî û di balefirê de 5 kesên ku hebûn hemûyan jiyana xwe ji dest da.
Li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, balefira du motorî ya cureya Piper PA-23-250 Aztec ku 5 kes tê de bûn kete golta Okeechobee.
Hat ragehandin ku balefir ji balefirxaneya navnetewî ya Tampa rabûye û xwestiye dakeve balefirxaneya Pahokee û dema xwestiye dakeve bûyer pêkhatiye.
Bûyera şeva borî ber bi sibehê ve demjimêr 03.30ê pêkhat de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.