TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Amedê rêhesina tramwayê vedibe: Dîrok diyar bû

📅 09 tîrmeh 2026 15:36
Hat ragihandin ku avakirina projeya sîstema hesinî anku projeya tramwayê ya ku ji bo sivikkirina qerebalixa trafîkê li Amedê hat plankirin, dê di sala 2027an de dest pê bike.

RûpelNews - Şaredariya Mezin a Amedê xebatên xwe yên li ser amadekariyên Projeya Sîstema Rêhesinê da lezkirin. Avakirina projeyê ku armanca wê ew e rojane 100 hezar rêwiyan li ser xeteke bi 20 îstasyonan bibe tê payîn ku di sala 2027an de dest pê bike.  

Serokê Beşa Sîstemên Rêhesinê ya Şaredariya Mezin a Amedê Erdal Balsak diyar kir ku xeta bi qasî 14.1 kîlometre ya ku dê ji Qada Şêx Seîd heta Nexweşxaneya Lêkolînê biçe, dê ji 20 îstasyonan pêk were. Balsak da zanîn ku proje ya ku tê pêşbînîkirin rojane 100 hezar rêwiyan hilgire, armanc dike ku qerebalixiya trafîkê ya li bajêr bi awayekî berbiçav sivik bike.

"2030an de tramway ji bo gel dê bê vekirin"

Balsak ragiahand ku ji bo vê projeyê bi 25 saziyên fînansî ve hevdîtin kirine û wiha got: "Em ê îhaleyeke navneteweyî ragihînin. Li gorî ku Banka Parêzgehê bi Banka Cîhanê an jî bi aliyê Fransî re hevkariyê bike, pêvajoya îhaleyê dê li gorî wê were temamkirin, û avakirin dê di sala 2027an de dest pê bike. Karê avakirinê dê 2 sal û nîv an jî 3 salan bidome. Armanca me ew e ku heta destpêka sala 2030an em bi tevahî vê projeyî biqedînin û bigirin ser xwe. Yanê em plan dikin ku payîza 2029an dest bi ajotina testê bikin û 2030an de jî em xeta tramwayê ji bo gel vekin." (Çavkanî: Ajansa Mezopotamya)

 

Parve bike: