TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Amedê minibûs qeza kir: 5 mirî, 11 birîndar hene

📅 15 tebax 2026 12:06
Minibûsek ku ji Amedê ber bi Mûşê ve ji bo merasîma nîşanê diçû, li ser rêya Licê û Pasûrê wergeriya. Di qezayê de 5 kesan mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

RûpelNews - Li navçeya Licê ya Amedê minibûsa ku ji rê derket wergeriya. Tîmên tenduristî û ewlekariyê sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Hat ragihandin ku di qezayê de du 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kesan jî birîndar bûn, ku rewşa 3 ji wan giran e.

Kesên birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Rêwiyên di minibûsê de bûn ji bo merasîma nîşanê diçûn Mûşê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Parve bike: