Kurdistan
Li Şirnexê tirimbêl gêr bû: 2 mirî, 3 birîndar
Li Şirnexê tirimbêla ku ji rê derket gêr bû. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes birîndar bûn.
RûpelNews - Li navçeya Hezexa Şirnexê tirimbêla ku di rê de diçû ji nişka ve ji rê derket û ber jêr ve gêr bû.
Di qezayê de 5 kesên di tirimbêlê de bûn birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxaneyan.
Lê ji birîndaran rewşa 2 kesan gelek giran bûn jiyana xwe ji dest dan. Dermankirina 3 birîndarên din didome.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.