TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Almanyayê paşeroja dîasporaya kurd tê nîqaşkirin

Emin Aba
Koordînator
📅 13 hezîran 2026 13:20
Li Bonn a Almanyayê, bi mebesta guftûgokirina paşeroj û pozîsyona stratejîk a dîasporaya kurd konferanseke akademîk tê lidarxistin. Gelek siyasetmedar, akademîsyen û civaknasên kurd rola diasporaya kurdî û girîngiya yekîtiya kurdan bi persfektîfên cuda radixin ber çavan.

RûpelNews - Konferansa bi navê "Paşeroja Perspektîfan û Hêza Dîasporayê" li bajarê Bonn ê Almanyayê bi beşdariya kesayetên cuda yên kurdan dest pê kir.

Beşdarên ji bo axaftinê drketin ser sehneyê qala girîngiya hêza dîasporaya kurd kirin.

Mehmet Tanriverdi: Bonn navenda dîasporaya kurdan e

Cîgirê Serokê Civata Kurd a li Almanyayê û endamê Lijneya Rêveber a DIAKURDê Mehmet Tanrıverdi di axaftina xwe de bal kişand ser hêza dîasporaya kurd û wiha got:

"Bajarê Bonnê ne bi tesadufî hatiye hilbijartin; ev bajar navenda dîasporaya kurdan e. Zêdetirî 20 hezar kurd li vî bajarî dijîn, û bi taybetî nifûseke mezin a mirovên ji Efrînê lê heye. Kurd di her sektora civaka Almanî de amade ne. Lêbelê, em xwe wekî pirekê dibînin. Em hewl didin ku vê pirê ava bikin, bi taybetî di navbera Kurdistan û dîasporayê de. Dîaspora di heman demê de derfetên girîng jî diafirîne ji bo avakirina têkiliyên baş û xurt bi cîhanê re. Em hewl didin ku tevahiya potansiyela xwe bi kar bînin da ku neteweyên din dengê me bibihîzin û me bibînin. Li vir girîngiyeke mezin jî tê dayîn nifşê ciwan. Kar û berpirsiyariyên ku ew ê di pêşerojê de bi cih bînin, dê 10 salên me dizayn bikin. Wekî din, divê em bi hestek berpirsiyariyê tevbigerin da ku destkeftiyên heyî yên kurdan biparêzin û xurtir bikin."

Adnan Axacan: Armanca stratejîk a dîasporayê yekîtî û yekbûn e

Serokê Diakurdê Adnan Axacan armancên stratejîk ên dîasporayê ji bo serdema pêş de destnîşan kir û got:

"Kurd, bi hewldaneke mezin pêşengiya gelek saziyên girîng kirine. Dema ku kurd li hev kom dibin û bi yek dengî diaxivin, destkeftiyên wan hemûyan mezintir û bi bandortir dibin. Tevî hemû zehmetî û astengiyan, me rêyeke dirêj li dû xwe hişt û destkeftiyên girîng bi dest xistine. Îro, nêzîkî 4 milyon kurd li dîasporayê dijîn û civakeke pir jîndar pêk tînin. Yekîtiya kurdan û axaftina bi yek dengî di nav armancên herî girîng ên Diakurdê de ne. Xwedî girîngiyeke taybet e ku kurd li dewletên ku lê dijîn baş entegre bibin û pêşî li asîmîlasyona wan bê girtin. Pêvajoyeke bi navê pêvajoya aştiyê di navbera PKK û dewleta tirk de hate destpêkirin. Li vir, dewletê bi dilê xwe kir; hemû destkeftiyên ku li Rojava hatibûn bidestxistin ji bo vê pêvajoyê hatin fedakirin. Digel ku hêzek %30ê axa Sûriyê kontrol dike, piştî her tiştê ku hatiye winda kirin, nîqaşa heyî ya li Rojava li ser wê yekê ye ku her hefte çend saet dersên zimanê kurdî dikarin bên dayîn. Mixabin, piştî ku ewqas şehîd hatin winda kirin, rewş êdî wekî berê nemaye."

Sifa Barzanî: Hêza dîasporayê ji yekîtiya me tê

Koordînatorê Giştî yê Konfederasyona Dîasporaya Kurd (Revenda Kurdistanî) Sifa Barzanî jî qala rola dîaspora û yekîtiya kurdan kir û wiha got:

"Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku gelê me rûbirûyê wan e, xebatên xwe didomînin. Barzaniyê nemir digot ku Kurdistan parçe nabe û ev sînorên xêzkirî ji aliyê dijminên Kurdistanê ve hatine çêkirin. Bi vê hişmendiyê, ez dixwazim tekez bikim ku dîasporaya kurd yekgirtî û parçe nebûyî ye; em xwe ji wan îdeolojiyên ku hewl didin me ji hev parçe bikin dûr digirin, û hêza me ji yekîtiya me tê. Yekîtiya me mifteya azadiya me ye. Me bang li hemû aliyan kiriye ku bi hev re bicivin û bi rêya diyalogê tevbigerin; lêbelê, me ferq kiriye ku hin alî pirsgirêkên wan bi ala Kurdistanê re hene. Em kesî înkar nakin, lê em ê nehêlin kesek jî me înkar bike. Li herêmeke ku bayê guherînê lê dipêçe, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, em di nav pêvajoyên nû de rêya xwe dibînin. Em li ser xêzeke zirav a di navbera teslîmiyet û aştîyê de dimeşin. Ev yek bi taybetî li Rojava diyar e mixabin, rewşa li wir krîtîk e, û hîn jî nîqaş li ser wê yekê heye ku kurdên li Rojava tam çi dixwazin. Niha, Rojhilatê Kurdistanê ji bo guhertinên nû amade ye. Ji bo ku em van geşedanan ber bi rêgeheke erênî ve bibin û bi rastî dengê kurdan li derveyî Kurdistanê bidin bihîstin, divê em hêza dîasporayê bi kar bînin. Ez ê bi bîranîna gotinên Serok Mesûd Barzanî bi dawî bikim: 'Tiştê ku ji we li dîasporayê tê payîn ew e ku hûn kurd bin, ne ku hûn partîzan bin.'

Murşîd Xeznewî: Divê em dev ji partîzaniyê berdin

Zanyarê olî yê Kurd Murshîd Xeznewî jî peyamên li ser xalên hevbeş dan ku kurdan tîne ba hev û dike yek. Xeznewî wiha axivî:

"Tiştê ku em hemû li ser li hev dikin ev e: Îro, dîasporaya kurd xwe di hemû waran de wekî hêzeke mezin nîşan dide. Em behsa bi sedan rêxistinan û nifûseke nêzîkî 4 milyonî dikin. Ev hêzeke pir mezin e. Werin em li ber wijdana xwe bisekinin, xwe rexne bikin, û vê yekê qebûl bikin: Dîasporaya Kurdî bandora ku tê hêvîkirin pêk neanî. Sedema sereke ya vê yekê, negihîştina yekîtiya kurdî ye. Bapîr û kalikên me bi dehsalan berê behsa vê rewşê kirine; ev bi rastî wijdana me diêşîne. Astengiya herî mezin li pêşiya destkeftiyên ku me ji dest dane, û li pêşiya şoreş û serhildanên me yên tepeserkirî, negihîştina yekîtiya kurdî ye. Bifikirin ku Ehmedê Xanî 400 sal berê behsa vê yekê kiriye. Wan ji Mîr Miqdad Bedirxan pirsî: 'Kurd kî ne, û çawa ne?' Wî bersiv da: 'Kurd wek dilopên baranê ne. Heta ku ew li hev neyên, ew nabin bahoz. Eger ew li hev werin û karibin bahozekê derxin, ew dikarin hêza xwe li hemû cîhanê îsbat bikin.'

"Mixabin em yek nabin"

Xeznewî wiha berdewam kir:

"Ya yekem, em li xaleke hevpar nagihîjin; em yek nabin. Mixabin, em nikarin li Ewropayê yek bibin. Em bi siyaseta partiyan re mijûl dibin, ne bi neteweperweriya kurdî. Ji ber vê yekê, divê tevgerên me yên dîasporayê karibin hemû aliyan bînin cem hev. Divê neyê hiştin ku pirsgirêkên siyasî yên partiyan bikevin nav dîasporayê. Divê dîaspora rola pêwîst bigire ser xwe da ku bigihîje wê hêza ku jê tê payîn."

Deklerasyoneke wê were weşandin

Piştî rojeke nîqaşan, tê payîn ku nexşerêya ji bo dîasporaya kurdî ya serdema pêş, bi rêya daxuyaniya ku dê di dawiya konferansê de were weşandin, ji raya giştî re were ragihandin.

 

 

 

 

Parve bike: