Diyasporaya kurdî li Almanyayê konferansekê li dar dixe
RûpelNews - Konferans, ku ji aliyê Diakurd ve tê organîzekirin, dê li Navenda Zanistî ya Bonnê were lidarxistin. Tê payîn ku Serokê Konfederasyona Diyasporaya Kurdî Şîfa Barzanî û kesayetê olî yê Rojava Şêx Murşîd Xeznewî jî beşdarî konferansê bibin.
Rojeva sereke ya konferansê dê li ser rola diyasporaya kurdî di qada navneteweyî de, bandora wê ya siyasî û civakî û perspektîfên pêşerojê be. Di çalakiyê de dê siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên civaka sivîl û serokên rêxistinên diyasporayê bên ba hev.
Axaftinên vekirinê dê ji aliyê Cîgirê Serokê Civaka Kurd a Almanya Mehmet Tanrıverdi û Serokê Diakurdê Adnan Axacan ve bên kirin. Piştî vê yekê dê pêşkêşiyên cihêreng li ser xebatên diyasporaya kurdî, bandora medyaya civakî û rêxistinên navneteweyî hebin.
Yek ji xalên sereke yên konferansê dê panela akademîk a bi navê "Rola Diyasporaya Kurdî di Pirsgirêka Kurd de" be. Di panelê de dê Prof. Dr. Hamit Bozarslan ji Fransayê, Prof. Dr. Bahar Başer ji Brîtanyayê û Doç. Dr. Yaşar Abdulselamoglu ji Zanîngeha Sofiyayê ya li Bulgaristanê wekî axaftvan beşdar bibin. Panel dê ji aliyê Prof. Dr. Cinur Ghaderi ji Zanîngeha Bochum (EvH) a li Almanyayê ve bê birêvebirin.
Çalakî dê piştî rûniştinên pêşniyar û nirxandinê bi weşandina daxuyaniya konferansê bi dawî bibe.
Hatiye destnîşankirin ku divê kesên ku dixwazin beşdarî konferansê bibin, heta 31ê Gulana 2026an forma qeydê dagirin.